Description
RONÎDARÎ
Ger ne ji nobedariya tarî û ronî be,
Û her goga zemînê bê av û ba be,
Wê çawa cîhan jînwar û avahî be?
Ger gerdûn bê raderê jiyangerî be,
Û her buhar ne li dûv zivistanê be,
Qet jîndariya herfî pîne nabe..
*****
Ger ardhevîrê tîr nemeye, wê nan xav be,
Qet bê xwendin û çand liv û tevger nabe.
Ger sûd ji şikest û ketinan nebe,
Û kesê ketî ji ketina xwe fêr nebe,
Wê lêvgezî û poşmanî nîşana wî be,
Û rewşa penaberiyê her gera wî be.
*****
Ger pênûs ne gorî pîvanên baweriyê be,
Heyvanê pênûsê ne şar û rastî be,
Wê civak li paşmayî û rihilî be.
Ger welatê em lê ne welatê me be,
Û ziman jî pir dûrî zimanê me be,
Wê sirgûniya bê ûd her para me be.
Can Birahîm
Vedenga Can
Reviews
There are no reviews yet.